Li Wanê bûyera trafîkê: 15 kes birîndar bûn

Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê, minîbûs û otomobîlekê lihev dan û di encamê de 6 ji wan bi giranî 15 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê, minîbûs û otomobîlekê lihev dan û di encamê de 6 ji wan bi giranî 15 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan li herêma Uysal li ser rêya parêzgehên Wan û Bedlîsê minîbûseke ku karkerên kargeha pêlavan vediguhest û otomobîlekê lihev da û di encama qezayê de 15 kesên di her du wesayîtan de birîndar bûn.

Herwiha kesên birîndar ku rewşa 6 ji wan giran e bo Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê hatine veguhestin.