Li Mûşê di meha Adarê de xanî di bin berfê de man
Meha Adarê li ber bidawîbûnê ye, lê gundiyên Mûşî mîna di nav çilê zivistanê de bin şaş û metel mane û hewl didin jiyana rojane bidomînin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Meha Adarê li ber bidawîbûnê ye, lê gundiyên Mûşî mîna di nav çilê zivistanê de bin şaş û metel mane û hewl didin jiyana rojane bidomînin.
Şêniyên gund ku her sal di meha Adarê da cotê xwe dikirin û pez û dewarên xwe derdixistin çêrê di van rojan de ji vê yekê gelek dûr in. Li bajêr digel biharê berf li erdê ye. Li gundê Bîlekê di rojên dawîn da nêzî 2 mêtre berf li erdê ye.
Piştî gelek salan cara ewil e ku di meha Adarê da evqas berf dibare û ji ber vê nişkayiyê jî gundî mexdûr bûn. Ew bi bêran berfê paqij dikin û rêya xwe vedikin û diçin gom û tewleyan alif û avê didin pez û dewarên xwe.
Li gund berf wisa zêde ye ku dema gundiyên cîran bixwazin herin cem hev divê ewilî rê vekin. Mêr rojê du caran gurzên giya li ser berfê vedikin û dikin pêş heywanan jin jî di rêyên nav berfê da hatine vekirin diçin û nan li tendûrê dixin.
Şêniyên gund ku ev demeke dirêj e di meha biharê de rastî tiştekî wiha nehatine dixwazin ku bila berf demildest bihele û jî li kar û barên xwe mêze bikin.