Prof. Dr. Qedrî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
Diyarbekir (K24) – Di salvegera koça dawî ya Prof. Dr. Qedrî Yildirim de, ji aliyê Weqfa Mezopotmya ve merasîmeke bibîranînê li ser gora Qedrî Yildirim hat lidarxistin. Merasîm bi beşdariya malbata Qedrî Yildirim, endam û rêvebirên Weqfa Mezopotamyayê, Nivîskar, rewşembîr, siyastmedar û şagirtên Qedrî Yildirim birêve çû.
Di merasîmê de, çendî axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ku Qedrî Yildirim, li Bakurê Kurdistanê, pêşengiya bipêş xistin û danasîna wêje û çanda Kurdî kiriye û dê mîrateya wî jî her tim xizmeta armancên wî bike. Şagrtên Qedrî Yildirimê xwedê jê razî jî ragihandin ku Mamoste Qedrî Yildirim meşaleyekî pêxistiye û ew jî amade ne ku li dûv wê ronahî biçin û rêça mamosteyê xwe daîm bikin.
Prof. Dr. Qedrî Yildirim, damezrênerê yekem zaningeha Kurdî ya Artûklû bû ku di sala 2011’an de hatibû damezrandin û bi lêkolînên xwe yên li ser wêje û wêjekarên Kurd dihat nasîn. Bi taybet xebatên wî yên li ser Ahmedê Xanî û xebatên fîlozof û rewşembîrên Kurd bûne çavkaniyên serekî di wêjeya Kurdî de. Qedrî Yldirim serdemekî jî di Partiya Demokratîk a Gelan de parlamnterî kir û di 26’ê Adar a 2021’an de koça dawî kiribû.