Li herêma Şehbayê teqînekê rû da 2 kesan canê xwe ji dest dan

Di teqînê de 2 jinan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 10 kes birîndar bûn ku piraniya wan koçberên Efrînê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Teqînek li avahiyeke bajarokê Ehdas ê li herêma Şehbayê rû da û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes birîndar bûn.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, Li bajaokê Ehdas ê herêma Şehbayê teqînek di avahiyekê de rû da û di encamê de 2 jinan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 10 kes birîndar bûn ku piraniya wan koçberên Efrînê ne.

Diyar kir jî, proseya lêgerînê li qurbaniyan berdewam e û dibe ku hin kesên din jî din avahiya rûxandî de hebin.

Amaje bi wê yekê da, heta niha nayê zanîn sedema teqînê çi ye.

Ji encama êrîşa li ser herêma Efrînê û dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, dora 350 hezar Kurdên Efrînê koçber bûn û hejmarek mezin ji wan li gund û kampên herêma Şehbayê bi cih bûne.

Fly Erbil Advertisment