Kurdekî li Brîtanyayê jinek ji şewatê rizgar kir

Şofêrê taksiyê yê Kurd di berbangê de dema vedigeriya herêma Wells, jinek û kûçikê wê ji şewata xaniyê wê rizgar kir.

Hewlêr (K24) – Şofêrê taksiyê yê Kurd di berbangê de dema vedigeriya herêma Wells, jinek û kûçikê wê ji şewata xaniyê wê rizgar kir.

Şofêrê Kurd Emîr Hemedemîn ji malpera ITV re ragihandiye: “Di dema vegerê de min tiştek dît ku weke şewatê bû, min bi temamî fêm nekir, loma min biryar da ku ez vegerim, min dît pêtên agir li ser banê xanî bilind dibin, nêzîkî xanî bûm û min pêwendî bi tîmên rizgarkirinê kir.”

Emîr Hemedemîn behsa dema rizgarkirina xwediya malê dike û dibêje: “Min hewl da deriyê pêşî yê malê bişkînim, lê min nekarî, min dengê kûçikekî bihîst, dilê min pê şewitî, ez cihekî digeriyam da ku têkevim hundir, li hundir dûmaneke mezin hebû, guhê min li gendê kûçikî bû, lê belê ez nizanibûm li ku derê ye, ji nişka ve jinek kete xwarê, li kûçik dipirsî, piştre min rê ji jinikê re vekir ji bo derkeve derve û min jê re got tîma agirkuj dê kûçikê te rizgar bike.”

 

Tîmên agirkuj û hawarçûnê karîn şewatê kontrol bikin û hemû kolanê ji şewatê rizgar bikin, li gor rapora tîma agirkuj, ji ber xeletiya elektrîkê şewat derketiye.