Li Başûrê Kurdistanê pileyên germahiyê bilind dibin
Ji naverasta hefteya bê ve, pileyên germahiyê bilind dibin.
Hewlêr (K24) – Keşnasê navdar ê Iraqî Sadiq Etiye pêşbîniya bilindbûna pileyên germahiyê bo meha Remezanê dike û radigihîne; ji naverasta hefteya bê ve, pileyên germahiyê bilind dibin.
Sadiq Etiye ragihand; ji naverasta hefteya bê ve pileyên germahiyê li Iraqê dê bigihîjin 40 pile û li Herêma Kurdistanê û naverasta Iraqê germahî hinek ji vê pileyê kêmtir be.
Herwiha eşkere kir; pileyên germahiyê ji destpêka meha Remezanê ve bilind dibin û dê bigihîjin 40 pileyê.