Jûra Bijîşkan tendirustkarên ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn

Armanca çalakiyê bîranîna tendirustkarên di serdema Covid-19 de jiyana xwe ji dest dane bû.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Jûra Bijişkan a Diyarbekirê li ber Nexweşxaneya Dewletê Ya Selahaddîn Eyyûbî civînek çapemeniyê bo bîranîna tendirustkarên di serdema Covid-19ê de jiyana xwe ji dest dane, li dar xist.

Li Tirkiyê 1ê Nîsana sala 2020an de Cemîl Taşçioglû yekem bijişkê ji ber COVİD-19ê jiyana xwe ji dest dayî bû. Jûra Bijişkan a Şaxa Diyarbekirê jî bi vê boneye di 1ê Nîsanê de li hewşa Nexweşxaneya Dewletê Ya Selahaddîn Eyyûbî çalakiyek li dar xist.

Armanca çalakiyê bîranîna tendirustkarên di serdema Covid-19 de jiyana xwe ji dest dane bû.

Di çalakiyê de Seroka Jûra Bijişkan a Diyarbekir Bijişk Elîf Turan amaje kir ku li gorî daneyên fermî ku ji rastiyê dur in jî hijmara nexweşên Covid-19ê nezîkî 15 milyon û kesên jiyana xwe ji dest dayîn jî nêzîkî 100 hezar e.

Turan bal kişand ku di vê serdemê de dewletê nekariye tendirustkaran biparêze .

Elîf Turan da zanîn ku di serdema Covid-19ê de ji 550yê zêdetir xebatkarên tendirustiyê û ji 200î zêdetir bijişkan jiyana xwe ji dest dane û ev yek hîn jî didome.