Termên sê xortên ku roja Newrozê winda bûbûn hatin dîtin

Sê xortên ku çend roj berê li devera Mawet ya Silêmaniyê winda bûbûn, li nav çem, mirî hatin dîtin.

Derûn Reûf, yek ji wan xortên ku li çem xeniqîn
Derûn Reûf, yek ji wan xortên ku li çem xeniqîn

Hewlêr (K24) - Sê xortên ku çend roj berê li devera Mawet ya Silêmaniyê winda bûbûn, li nav çem, mirî hatin dîtin.

Roja 21 Adara îsal 3 xortên kurd yên xelkê devera Şarbajêr ya Silêmaniyê ketibûn nav çemê Xemeloke yê li nahiya Mawet ya Silêmaniyê û xeniqîbûn. Ji wê demê de tîmên rizgarkirinê li wan digeriyan.

Qaymeqamê Mawet Kameran Hesen ragihand, îro termên wan her sê xortan ji nav çêm hatin derxistin.

Navê wan xortan: Helkewt Nûrî, Derûn Reûf, Kosar Newzad e.