Geştên Firokxaneya Hewlêrê bi awayekî demkî hatin rawestandin

Ji ber pêla tozê û kêmbûna maweya dîtinê, geştên asmanî bi awayekî demkî hatin rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Geştên Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji ber xirapiya keşûhewayê, bi awayekî demkî hatin rawestandin.

Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragihand, ji ber pêla tozê û kêmbûna maweya dîtinê, geştên asmanî hatin rawestandin, piştî bidawîbûna vê pêlê tozê dê gest careke din dest pê bikin.

Îro 7ê Nîsana 2022an, pêleke tozê ji parêzgeha Hewlêrê ber bi Hewlêrê ve hatiye û mewaya dîtin ji bo kêmtirî 100 metroyî kêm bûye.