Wezareta Veguhestinê asta mesafeya dîtinê ya ji ber tozbarînê belav kir

Pêleke tozbarînê ji duh bi şev ve piraniya deverên Herêma Kurdistanê girtiye.

Hewlêr (K24) – Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê asta mesafeya dîtinê ya ji ber pêla tozbarînê belav kir.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Veguhestin û Gihandinê li ser mesafeya dîtinê ragihand, di encama bandora wê pêla tozbarînê de ku ji duh bi şev ve piraniya deverên Herêma Kurdistanê girtiye û hîn jî berdewam e, bûye sedema çêbûna mesafeya dîtinê.

Wezaretê eşkere kir, mesafeya dîtinê li hinek deverên Herêmê piştî demjimêr 15:00 wiha ye:

Hewlêr 300 metre

Şemamik 200 metre

Pîrmam 5 kîlometre

Silêmanî 6 kîlometre

Çemçemal 8 kîlometre

Duhok 900 metre

Zaxo 2 kîlometre

Kerkûk 800 metre

Xurmatû 300 metre