Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Hunermend Hawta Esed

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya hunermendê navdar Hawta Esed, peyameke sersaxiyê arasteyî kesûkar û malbata wî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya hunermendê navdar Hawta Esed, peyameke sersaxiyê arasteyî kesûkar û malbata wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ji bo koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Hawta Esed, pirse û sersaxî li kesûkar û malbata cenabê wî dikim û hevbeşê xema wan im.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Xwedayê mîhreban giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bibexşîne malbata wî.”