Bi biryara Mesrûr Barzanî budceyeke taybet bo cibicîkirina hejmarek proje hat terxankirin
Budceyeke taybet ji bo çakkirin û qîrkirina rê û kolanên navxweyî hat terxankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, zêdetir ji 1 milyar û 400 milyon Dînaran ji bo çakkirin û qîrkirina rê û kolanên navxweyî hatine terxankirin.
Parêzgariya Hewlêrê ragihand, bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, razemendî hate dayîn bi (1,430,290,240) ev ji projeyên li jêr bêne xibicîkirin:
Yekem: Qîrkirina riya navxweyî ya taxa Xatûnewe bi (676,280,000) Dînaran.
Duyem: Çakkirin û qîrkirina kolanên navxweyî yên bajarê Koyê bi (221,718,000) Dînaran.
Sêyem: Dirustkirin û qîrkirina çend kolanên gundê Eze bi (333,710,300) Dînaran.
Çarem: Qîrkirina riya gundê Şîle û Kanî Reş bi (198,581,940) Dînaran.