Kirîstiyanên Elqoşê cejna Seanînê pîroz kirin

Cejna Seanînê - Wêne: Mihemed Salim
Cejna Seanînê - Wêne: Mihemed Salim

Navenda Nûçeyan (K24) – Kirîstiyanên bajarê Elqoşê li bakurê Mûsilê duhî Yekşemê cejna Seanîn pîroz kirin.

Cejna Seanînê di Yekşema heftem a Rojiya Mezin de tê pîroz kirin ku Yekşema beriya cejna Qiyametê ye.

Cejna Seanînê (Şeanîn) çîroka serketina Mesîh û ketina wî ya bajarê Orşelîmê û pêşwazîkirina wî ji aliyê xelkê bajêr ve bi hilgirtina şaxên zeytûnê û pelên xurmê hatiye wergirtin.

Bajarokê Elqoşê ser bi parêzgeha Neynewayê ve ye, li ser zincîreya çiyayên di navbera Mûsil û Duhokê dikeve û niştecihên wê ser bi Dêra Katolîk a Keldanî ne.

Wêne: Mihemed Salim

 

Wêne: Mihemed Salim

 

Wêne: Mihemed Salim

 

Wêne: Mihemed Salim

 

Wêne: Mihemed Salim

 

Wêne: Mihemed Salim