Li Êlihê bûyera trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest dan
Li navçeya Kercews a Êlih a Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Kercews a Êlih a Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.
Midibûsa ku rêwî têde bûn li herêma gundê Arica ji ber ajokar kontrol ji dest da ji rê derket û gêrbû.
Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristî û ewlehiyê gihîştin cîhê bûyerê û di bûyerê de ajokarê wesayîtê jî di nav de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bo nexwaşxaneya dewletê ya Kercewsê hatin veguhestin û derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.