Li Agirî mînîbusa koçberan wergeriya: Mirî û birîndar hene
Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku koçber têde bûn wergeriya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku koçber têde bûn wergeriya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Giyadînê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ve mînîbusek ji rê derket û wergeriya.
Di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes birîndar bûn, ku yek ji wan şofêrê mînîbusê ye.
Koçberên di nav wê mînîbusê de Efxanî bûne û bi qaçaxî ji Îranê derbasî Tirkiyê bûne.