Kurdistan24ê ji GGCê 2 xelat wergirtin

Nivîsîngeha Kurdistan24ê ya Diyarbekirê ji Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat (GGC) du xelat wergirtin.

Nivîsîngeha Kurdistan24ê ya Diyarbekirê ji Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat (GGC) du xelat wergirtin
Nivîsîngeha Kurdistan24ê ya Diyarbekirê ji Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat (GGC) du xelat wergirtin

Diyarbekir (K24) - Nivîsîngeha Kurdistan24ê ya Diyarbekirê ji Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat (GGC) du xelat wergirtin.

Nûçeya Kurdistan24ê ya bi navê “Gola Bendava Tirspî ya Diyarbekirê Ziwa Dibe” ya ku Nûner û peyamnêr Hesen Kako û wênegir M.Enes Ozgultekîn amadekirî ji GGCê xelatê yekemîn ya sala 2021an wergirt. Edîtorê Medyaya Civakî yê beşa tirkî ya Kurdistan24ê Hozan Adar jî di beşa xebata dronê ya bi navê "Li Mêrdînê dema rezan" de, xelata mansiyonê wergirt.

Nivîsîngeha Kurdistan24ê ya Diyarbekir beriya niha jî 3 caran ji GGCê xelat wergirtibû.

GGCê, Xelata Azadiya Rojnamegeriyê ya GGCê ji ber xebatên ji bo parastina azadiya rojnamegeriyê da Konseyê Rojnamegeriyê.

Serokê Şandeya Kolanê ya Kelha Zêrzevanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun, ji ber xebatên li ser Kelha Zêrzevanê ya ku xwedî dîrokeke 3 hezar sal e bi Xelata Taybet ya Jûriyê hat xelatkirin.

Xebatkarê rojnamegeriyê Yilmaz Taranci ku di pandemiyê de ji koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dabû bi Xelatê Wefayê hat xelatkirin. Dê xelata Yilmaz Taranci pêşkêşî malbata wî bê kirin.

Xelatên GGC dê di mehên pêş de bi merasîmekê bên belavkirin.

Fly Erbil Advertisment