Hikûmet milyarek Dînar ji bo projeyên xizmetguzariyê yên Silêmaniyê xerc dike

Ew pere jî ji bo projeyên kişandina avê, qîrkirin û amadekirina rêberê geştiyarên tên terxankirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî milyarek Dînar ji bo projeyên xizmetguzariyê yên Silêmaniyê xerc dike. Ew pere jî ji bo projeyên kişandina avê, qîrkirin û amadekirina rêberê geştiyarên tên terxankirin.

Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 27ê Nîsana 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, li gor çend fermanên wezarî, razemendî hatiye dayîn ji bo xerckirina nêzîkî yek milyar Dînar ji bo cibicîkirina hejmarek projeyên xizmetguzariyê li sînorê Şaredariya Silêmaniyê.

Destnîşan kir jî, ew pere li ser dahata Serokariya Şaredariyê, Rêveberiya Avê, Rêveberiya Geştûguzariyê yên Silêmaniyê tên dabînkirin ku beşek jê ji bo dabînkirina qîrê şil û gihandina xizmetguzariyê bo çend kolanan dibe.

Biryar e di çarçoveya vê birê pereyan de, rêberê geştiyariyê tê amadekirin, herwiha çend projeyên kişandina avê bo çend cihên bajarê Silêmaniyê û bihêzkirina tora avê tên cibicîkirin.

Ev biryara Wezareta Şaredariyê piştî wê tê, roja 11ê Nîsanê nêzîkî milyarek Dînar ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bo pêşxistina projeyên xizmetguzariyê li Silêmaniyê û derdora wê re hat xerckirin.