Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya cejnê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya hatina cejna Remezanê, 5 roj wek betlaneya fermî li tevahiya sazî û dezgehên hikûmî ragihand.

Pevdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyekê de ragihand, bi boneya hatina cejna Remezanê, li tevahiya sazî û dezgehên hikûmî ji roja 1ê Gulanê û heta 5ê Gulana 2022an dibe betlaneya fermî.