Hewlêr ji bo cejnê amadekariyê dike
Parêzgariya Hewlêrê ragihand, lijneya ewlehiyê ta parêzgehê civiya û plana ewlehî û rêkaran ji bo rojên cejna Remezana pîroz amade kir.
Hewlêr (K24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand, lijneya ewlehiyê ta parêzgehê civiya û plana ewlehî û rêkaran ji bo rojên cejna Remezana pîroz amade kir.
Di daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê de hat diyarkirin, derbarê amadebûna hêzên polîs û asayîşa navxwe ji bo rojên cejna Remezana pîroz û parastina asayîş û aramiya Hewlêra paytext, tekezî li ser pêkanîna hemû rêkarên pêwîst ji aliyê hêzên ewlehiyê, tîmên tendirustiyç û fermangehên xizmetguzariyê hatiye kirin.
Parêzgariya Hewlêrê ji welatiyan daxwaz dike, weke her dem alîkar û hevahengê hemû hêzên polîs û asayîşa navxwe bin.