Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve dike
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe li gel malbata wî nîşan da
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, sersaxî li Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî kir, ji bo koça dawiyê ya xalê wî (Kake Dizeyî)
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe pê gihand û hêvî xwast, Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê jî bide malbata wan.
Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve spasî û pêzanîna xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan da.