Parêzgeriya Diyarbekir ji bo 9 navçeyan hişyariya rabûna lehiyê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji Parêzgeriya Diyarbekir hat ragihandin ku îro xetereya rabûna lehiyê ji ber barana zêde heye. Hişyarî bo navçeyên wek Çermuk, Çunguş, Erxenî, Pîran, Gêl, Hênê, Karaz, Licê û Qulpê hatiye dayîn.

Parêzgeriya Diyarbekir ragihand, li gorî agahiyên ji Gerînendehiya Meteorolojiya Herêma 15. hatine wergirtin li 9 navçeyên Diyarbekir xetereya rabûna lehiya ji ber barana zêde heye.

Navçeyên ku xetereua lehiyê li wan heye Çermuk, Çunguş, Erxenî, Pîran, Gêl, Hênê, Karaz, Licê û Qulpê ye.

Tê amajekirin ku heta demjimêr 19.00ê jî xetere didome û bang li welatiyan tê kirin ku hember rabûna lehiyê bila hay ji xwe hebin û bergiriyên xwe jî li gorî vê yekê bistînin ku îxtîmal heye vedana biruskê, bayê xurt, astengiyên trafîkê û barîna zîpikê li van deveran heye.