Zaxo – Li kampa awareyên Şingalê jinek mirî hat dîtin

Îro danê êvarê li Kampa Bêrsivê ya awareyên Şingalê jinek di nava çadira xwe de mirî hat dîtin.

Hewlêr (K24) – Îro danê êvarê li Kampa Bêrsivê ya awareyên Şingalê jinek di nava çadira xwe de mirî hat dîtin.

Jina bi navê "E. Q. E" ya 62 salî, di nava çadira xwe de termê wê daliqandî hat dîtin.

Polîsê Zaxo ragihand, li gor lêkolînên destpêkê, bûyera xwekuştinê ye.

Ev bûyera duyem e ku di nava du hefteyan de li kampa awareyan rûdide.

Beriya niha roja 24ê Nîsana 2022yan de Polîsê Zaxo ragihand, keçeke 20 salî ya bi navê "S.S.C" li Kampa Derkar a li sînorê Zaxo, xwe daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.