Li parka Rojava ya Diyarbekirê dîwana dengbêjî hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên Roja Zimanê Kurdî, bi rengên cuda berdewam dikin. Di 13’ê Gulanê de jî li parka Rojava, dîwana dengbêjî hat girêdan. Di çalakiyê de bal hat kişandin ku dengbêjiya Kurdî, bereya herî girîng ya parastin û veguhastina zimanê Kurdî ye ku bi sedan sal e çand û nirxên Kurdî vediguhêze.

Li parka Rojava a li navenda Diyarbekirê dîwana dengbêjî hat girêdan û bi deng û awazên dengbêjên jin û mêr welatî jî demeke xweş derbas kirin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ku çalakiyên Roja Zimanê Kurdî bi Tora Zimanê Kurdî û pêkhateyan re birêve dibin; bal kişand ku dengbêj nirxên civaka Kurd in û dengbêjî bargirê hemû taybetmendiyên Kurdî buye ku li astengiyan wan veguhastiye.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Dema em bibêjin dengbêj, ez ne bawer im ku tu alî û hêzên din bi qasî wan xizmeta parastin û veguhastina ziimanê Kurdî kiribin. Dengbêjên me zimanê me heta îro anîne û parastine. Di dengbêjide, gelek metafor, şibandin hwd hatine bikaranîn û gelek tiştên baş di xebatên wan de hene. Me xwest diwana dengbêjî jî di nav rêze çalakiyên me de hebe. Xwezî zêddetir miletê bihata. Em tiştên ku jidestên me tê em dikin, lê divê wek miletek û neteweyekî jî em xwedî li van dengbêjên xwe der bikevin û qîmet dibin wan. Bi hêjayî qedra wan bigirin.”

Di diwana dengbêjan de, dengbêj Perîxana Şirnexî, dengbêj Tûba, dengbêj Sadiq û dengbêj Sidîqê Farqînî carina tenê carina jî pêk ve sitranan pêşkêş kirin.

Piştî ku dîwana dengbêjan bidawî hat jî Perîxana Şirnexî balê kişand ku divê Kurd, lir ciyekî xwedî li zimanê derbikevin û daxwaza mafên rewa yên zimanê Kurdî bikin.

Dengbêj Perîxana Şirnexî got: “Di serî de ez cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd û cîhanê pîroz dikim. Daxwaza me ya serekî ew e ku zimanê Kurdî ji li her dever û ciyekî wek zimanên din yên li Cîhanê bi dilxweşî û hêsanî bê bikaranîn e. Hemî gel li û welat bi zimanên xwe dipeyîvin bo çi em nikarin? Daxwazî û aramnca me ya serekî jî ew e ku wek gelên ku li cihanê bi asayî zimanê xwe bikar tînin, em jî zimanê xwe yê Kurdî bi serbestî û asanî bikar bînin e. Emê viya jî pêk bînin û berxwe bidin. Armanca me ya îro jî li her ciiyekî, li kolan û parqekî zimanê xwe bikar anîn e û zimanê xwe parastin e”

Di dîwana dengbêjan de ku li ber hewa vekirî li parqa Rojava hat lidar xistin de; welatîyan hin caran xemên xwe û gel û welatên xwe guhdarî kirin, hin caran jî li ber sitranên Kurdî şahî û dîlan gerandin.