Ji ber tozbarînê, 10 kes li Dêrazorê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleka tozbarînê piraniya navçeyên beyabana Sûriyê girtiye û li Dêrazorê ji ber bahoza tund a tozbarînê, 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Komîteya tenduristiyê li bajarê Dêrazorê îro sêşemê ragihand, ji heyama du rojan ve ye pêleke tozbarînê ya tund bi ser parêzgeha Dêrazorê de girtiye û gelek haletên bihntengiyê gihîştine nexweşxaneyan.

Da zanîn jî, heta niha 10 kesan ji ber bihntengiyê canê xwe ji dest dane û eger heye hejmar ji vê zêdetir bibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duhî ragihandibû, nêzî 200 haletên bihntengiyê li Dêrazorê û gundewarê wê hatine tomarkirin.

Destnîşan kir jî, ji ber tundiya bahoza tozê, dar şikestine, elektirîk hatiye birîn û asta dîtinê gelekî kêm bûye.