Encamên ezmûnên pola 9 ên Herêma Kurdistanê tên ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Rêveberê Giştî yê Ezmûnên Giştî Fatîh Mewlewî Zade ji K24ê re ragihand, îro encamên ezmûnên niştimanî yên pola 9 tên ragihandin.
Alîkarê Rêveberê Giştî yê Ezmûnên Giştî aşkere kir, di encama ezmûnên pola 9 de, ji koma 116 hezar û 774 xwendekaran de, bi rêjeya % 54 xwendekar bi ser keftin.