Li Enqerê serê her 3,4 kesan, li Colemêrgê serê her 126 kesan otomobîlek dikeve
li Tirkiyeyê 25 milyon û 594 hezar û 663 seyareyên tomarkirî hene.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê serê her 32 kesan otomobîlek, li Colemêrgê jî serê her 126 kesan, li Enqereyê serê her 3,4 kesan otomobîlek dikeve.
Li gorî daneyên Saziya Jimaryariyan ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên 2021an, serjimêra Tirkiyeyê 84 milyon û 680 hezar û 273 kes in.
Li gorî daneyên Nîsana 2022an yên TUÎKê li Tirkiyeyê 25 milyon û 594 hezar û 663 seyareyên tomarkirî hene û ji van 13 milyon û 882 hezar û 587 otomobîl hene.
Herwiha li gorî daneyên TUÎKê, bi giştî li Tirkiyeyê serê her 6,1 kesan otomobîlek dikeve.
Li Enqereyê serê her 3,4 kesan otomobîlek, li Colemêrgê serê her 126 kesan otomobîlek û li Diyarbekirê jî serê her 32,2 kesan otomobîlek dikeve.