Li Hesekê wesayîtek teqiya

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê wesayîtek teqiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê agir bi wesayîtekê ket. Bûyer li ber navenda Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn qewimî.

Li gor agahiyên ku çapemeniya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê belav kirine, ji ber herikîna benzînê ya ji jeneratora elektrîkê, agir bi wesayîtekê bi cureya Van a li pêş geracekî Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bajarê Hesekê ketiye û piştre jî ew wesayîta ku agir pê ketiye, teqiyaye.

Hat ragihandin teqîn li taxa Kelas a bajarê Hesekê pêk hatiye û di encamê de, wesayîteke din a sivîlan jî ziyan dîtiye û ti ziyanên canî çênebûne.

Herwiha hat eşkerekirin ku tîmên agirvemirandinê şewat kontrol kirine.