Du pismam li ser kêşeyeke civakî hatin kuştin

Li gundê Gulîcan yê ser bi nahiya Başîkê, li ser kêşeyeke civakî du kes hatin kuştin.

Hewlêr (K24) – Li gundê Gulîcan yê ser bi nahiya Başîkê, li ser kêşeyeke civakî du kes hatin kuştin, ew herdu kesên hatin kuştin pismamê hev in û zewicî ne.

Îro 2yê Hezîrana 2022yan danê nîvro, li ser kêşeyeke civakî li gundê Gulîcan yê li Başîkê, li nêzîkî navçeya Berdereş du kes hatin kuştin.

Li go zanyariyan, termê herdu pismaman piştî gihandina Saziya Bijîşkiya Dadî ya Akrê, radestî malbata wan hatine kirin û dê cenazeyên wan li Goristana Berdereş werin veşartin.