Li Êlihê ciwanek di avê de xeniqî

Xortê bi navê Bilal Keskin yê 19 salî bi hevalên xwe re ket avê, lê piştre di ava çem de winda bû.

Êlih
Êlih

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, li gundê Zorava xort ji bo xwe hênik bikin ketin ava çemê Êlihê. Xortê bi navê Bilal Keskin yê 19 salî bi hevalên xwe re ket avê, lê piştre di ava çem de winda bû.

Li ser windabûna Keskin ya di avê de, hevalên wî li navenda 112ê geriyan û agahiyê dan navendê.

Tîmên AFADê çûn ciyê bûyerê û piştî li termê Keskin geriyan, term dîtin û ji avê derxistin. Lê Bilal Keskin jiyana xwe ji dest dabû.

Termê Bilal Keskin ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Êlihê. Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.