3 xwendekar di çemê Dîcleyê de xeniqîn
Diyarbekir (K24) - Li gundê Kehbî yê ser bi navçeya Sûrê ya Diyarbekirê sê xwendekar di nav ava Dîcleyê de xeniqîn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Mahîr Yuksel ragihand, îro danê nîvro di demjimêr 11:40î de 3 xwendekarên Lîseya Valî Aydin Arslan ketine nav ava çemê Dîcleyê û di nav avê de canê xwe ji dest dane.
Welatiyê bi navê Nîzamettîn Turan ku piştî xeniqîna xwendekaran cara ewil ew gihîştiye cihê bûyerê, ji K24ê re ragihand, bûyer di demjimêr 11:40î de qewimiye û got: "Li hember çem dengê hawaran hat, em reviyan çûn cem wan, em heta gihîştin her sê jî xeniqîbûn û yek ji wan rizgar bûbû û me jê pirsî, dema hevalekî wan xeniqiye li pey hev çûne hawara hevalê xwe û ew jî xeniqîne."
Nîzamettîn Turan ragihand, welatiyan hêzên ewlehiyê û tîmên rizgarkirinê agahdar kirine, lê heta ku ew bigihîjin cihê bûyerê, welatiyan bi derfetên xwe, her sê xwendekar ji nav avê derxistine.
Peyamnêrê me eşkere kir, di nava sê salan de 5 kes li heman cihî xeniqîne, par jî kesek û beriya du salan jî kesek li heman cihî xeniqîne.
Herwiha ragihand ku her sê xwendekar ji deverên cuda cuda yên bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo perwerdehiyê hatibûn Diyarbekirê, ku yek ji wan ji navçeya Nisêbîn, yek jê ji navçeya Şemrex ên Mêrdînê û yê sêyem jî ji navçeya Farqînê ya Diyarbekirê bûn.