Mesrûr Barzanî: Divê em hemû kar ji bo parastina jîngehê bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de peyamek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de peyamek belav kir û ragihand, pêwîst e em hemû bi hev re kar ji bo parastina jîngehê bikin.
Mesrûr Barzanî peyama xwe li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û ragihand, “Di Roja Cîhanî ya Jîngehê de em metirsiyên ku li ser gerstêrkê gef in nas dikin û ji bo parastina jîngeh û xwezayê divê em hemû dest bidin hev û di nava xweşiyê de bijîn.”
Her sal 5ê Hezîranê li cîhanê Roja Cîhanî ya Jîngehê tê bibîranîn, armanc ji destnîşankirina vê rojê ew e, hişyarkirina welalatiyan bi parastinê jîngehê ye û li seranserî cîhanê ji bo parastina jîngehê çalakî tên lidarxistin.
On this #WorldEnvironmentDay, we understand the challenges that threaten the environment and the planet as a whole. We must all join hands to protect and live in harmony with our natural environment. #OnlyOneEarth pic.twitter.com/IbSTl6pwkM
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) June 5, 2022