Serok Barzanî: Jidestdana mamoste Ezîz Gerdî xisareteke mezin e

Ji ber koça dawî ya mamoste Ezîz Gerdî, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir.

Hewlêr (K24) – Ji ber koça dawî ya mamoste Ezîz Gerdî, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkar û hevalên wî kir û ragihand, jidestdana wî xisareteke mezin e.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve agahiya koça dawî ya zana, nivîskar û wergêrê Kurd Dr. Ezîz Ehmed Ebdullah ku bi navê Ezîz Gerdî tê nasîn, gihîşte me.

Mamoste Ezîz Gerdî hemû jiyana xwe ya gelek bi berhem, ji bo xizmetkirina rewşenbîriya gelê xwe û pêşxistina kultûra nivîsandin û wergerê terxan kir û stêrkekî geş ê zanist û akademiya gelê Kurdistanê ye, jidestdana wî xisareteke mezin e.

Ez sersaxiyê arasteyî malbat, kesûkar û hevalên rehmetî Ezîz Gerdî û hemû nivîskar û mamosteyên zanîngeh û wêjevan û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dibînim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê mamoste Ezîz Gerdî bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)

Mesûd Barzanî

16ê Hezîrana 2022yan

Fly Erbil Advertisment