Rêveberê nû yê Saziya Kurdistan24ê dest bi kar kir
Di civînê de li ser dariştina stratejî û nexşerêya qonaxa nû ya Saziya Kurdistan24ê hat gotûbêjkirin.
Hewlêr (K24) – Îro duşemê 6ê Hezîrana 2022yan, Ehmed Zawîteyî weke Rêveberê Giştî yê nû yê Saziya Kurdistan24ê dest bi kar kir.
Ehmed Zawîteyî ku bi salan e karê rojnamevaniyê dike û ezmûna wî ya çendîn salan weke peyamnêr li kanala El Cezîre ya Qeterê heye, îro weke Rêveberê Giştî yê nû yê Saziya Kurdistan24ê ligel rêveberên beşên saziyê û karmendên wê, civiya.
Civîn li ser dariştina stratejî û nexşerêya qonaxa nû ya Saziya Kurdistan24ê bû.
Saziya Kurdistan24 ku di sala 2015an de hatiye damerandin û navenda wê ya sereke li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye, ji bilî kanala televîzyonê û radyoyê, li ser malpera xwe bi pênc zimanên cuda nûçe û raportan belav dike.