Herêma Kurdistanê plan dike salane pêşwazî li 20 milyon geştiyaran bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê plansaziyek daniye ku salane pêşwazî li 20 mîlyon geştiyar bike.
Seroka Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Emel Celal ragihand, planeke wan a 8 salî heye û armanca wan ew e ku salane pêşwazî li 20 milyon geştiyar bikin.
Celal diyar kir, di 4 mehên destpêkê yên îsal de, 2 milyon geştiyar hatine Herêma Kurdistanê û got, ew pêşbînî dikin heta dawiya salê ev hejmar bigihe 6 milyonan.
Celal anî ziman ku ew ji 2 salan de li ser binesaziya aborî bixebitin ji ber wê jî dê bac û risûmatên geştiyariyê li tevahiya parêzgehên Herêmê û ligel welatên cîran birêk bixin.