60 milyar Dînar ji bo temamkirina riya Kelar – Derbendîxanê hat terxankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê razemendî li ser terxankirina 60 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya riya Kelar û Derbendîxan da.
Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran nivîsek arasteyî Wezareta Darayî û Aborî kir û tê de razemendî nîşan da ku 60 milyar Dînar ji bo dirustkirina riya Kelar – Derbendîxan bê xerckirin.
Fermangeha Ragihandin û Zanyariyan pêştir belav kiribû ku Wezîrê Avadankirin û Niştecihkirinê daxwaz kiriye ku pirojeya riya Kelar – Derbendîxan di demeke nêzîk de û di heyama kabîneya nehem de were cibicîkirin.
Di heyama borî de, Wezîrê Avadankirin û Niştecihkirinê çendîn serdanên meydanî kirin, ji bo şopandina pêdiviyên welatiyan û projeyên xizmetguzariyê yên ku divê bên cîbicîkirin.