Du projeyên mezin ên avê li Silêmanî û Helebce tên cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, du projeyên avê li Silêmanî û Helebceyê tên cibicîkirin ku pirsgirêka kêmbûna avê li beşeke mezin a wan her du bajaran çareser dike. Ew proje di dawiya vê mehê de bi fermî tên vekirin.

Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê li Wezaretê Şarewanî û Geştûguzarê endezyar Arî Ehmed derbarê wan her du projeyan de ragihand, projeya li Silêmaniyê bi navê (IQ-28 pak-4 lot 1) e, tê de boriyên 600mm di navbera Tasluce û xezana sereke ya avê li navenda bajarê Silêmanê tê kişandin.

Li ser projeya li Helebceyê endezyar Arî Ehmed diyar kir, navê wê (IQ pak-4 lot 2) ye tê de tora avê ya du taxan tê guhartin.

Destnîşan kir jî, ew her du proje bi 6 milyon û 700 hezar Dolar tên cibicîkirin. Niha di warê karkirinê de ne û di dawiya vê mehê de tên vekirin.