Li Hewlêrê agir bi avahiyekê ket
Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê yê li Hewlêrê, vê êvarê 18ê Hezîrana 2022yan agir li avahiya MRF ketiye.
Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê yê li Hewlêrê, vê êvarê 18ê Hezîrana 2022yan agir li avahiya MRF ketiye.
Peyamnêrê K24ê yê li Hewlêrê diyar kir, di demjimêr 18:00ê de agir li qata 18 ya avahiya MRF a li Hewlêrê ket, ku li ser cadeya 100 metrî ye.
Peyamnêrê me eşkere kir, sedema şewatê teqîna gazê bûye û hejmareke mezin ji nişteciyên avahiyê, tûşî bêhntengiyê bûne.
Herwiha ragihand, jinekê di encama vê bûyerê de canê xwe ji dest daye û heta niha 2 kes li qata 21an asê mane.