Li deşta Diyarbekirê bi sedan zeviyên ajotî ji ber ku berhem nedane nayên çinîn
Cotkar, ji kêm dahatê û lêçûnên giran bi gazinc in.

Diyarbekir (K24) - Li Deşta Diyarbekirê çinîna li zeviyan destpê kiriye, lê bi sedan donim erd û zevîyên ajotî, nayên çinîn û cotkar, ji kêm dahatê û lêçûnên giran bi gazinc in. Cotkar balê dikşînin ku 30 sal e navê Projeya Geşedana Başûrêrojhilat (GAP) heye lê hêj jî dest pê nekiriye û ji ber hişkesalî û nebûyîna avê bi hezaran donim erd bê berhemdayîn dimînin.
Deşta Diyarbekirê çavkaniyeke serekî ya zad û berhemên cotkarî ye. Lê bi taybet di salênd awî de ji ber zêdebûyîna hişke salî û destpê nekirina projeyên avdanê, cotkar nikarin hilberîneke sûdbexş bikin û her sal bi sedan dor erdên ku genim, nîsk û berhemên cuda tên ajotin, ji ber berhem nadin, ji aliyê cotkaran ve nayên çinîn û ked û mesrefên wan berhewa diçin.
Qasim Ersîn bi malbatî bi salan e, li gundê Qerakoç a ser bi Sûr a navçeya Diyarbekirê ve cotkarî dike û ew jî ji bo çinîna genim û ce li nav zeviyan e. Qasim Ersîn ku ji bav û kalê xwe ve cotkarî dikin, îsal 240 dor erdê ku teqrîben 100 hezar lê mesref lê kiriye û ajotiye; ji ber berhem neda ye naçine û daxwaz dike ku divê piştgriya cotkaran bê kirin da ku bikarin erdên xwe biajon.
Cotkar Qasim Ersîn ji K24ê re diyar kir: “Rewşa me jixwe xuya ye, ev erdê me 240 donim e. Me 30-35 donim çinî, lê me dît ku tê de, tene tune ye û me jî wisa hêlaye. Ji ber hişkesaliyê tene negirtiye û em jî naçinin û emê heywanan berdinê. Em kar jî bikin zirar jî bikin ev karê me ye û hişkesalî jî ji xweda ye, encamên wê bi ser seran ser çavan, lê wek maddî zirar me heye û xwedê alîkarê me hemûyan be. Lê cotkarî hatiye asta nemanê.”
Cotkar balê dikşînin ku fiyetên berhemên ku hildiberînin zêde dibin, lê lêçûnên wan 2-3 qat zêdetir dibin û dema ku berhemdayîn nebe û kêm be jî ew jî têk diçin.
Masûm Îldenîz jî Endezyarê Çandiniyê ye û ew jî genimên xwe diçinin. Îldenîz radgihîne ku îsal rekolteya wan gelek kêm e û sedema serekî jî nebûyîna avê ye.
Endezyarê Çandiniyê Masûm Îldenîz ji K24ê re ragihand: “Îsal rewş li gor par û salên berê qet ne baş e. Ji ber hem baran nebariya, hem jî îsal qeşa hebû. Fiteyên berheman piçek hatiye zêde kirin, lê mesref hêj zêdetir bune. Yanî îsal ji ber berhemdayîn kêm e cotkar jî nerazî ne. Yanî tişta lezgîn ku bê kirin divê van erdên xweş û baş bên avdan. Loma jî divê êdî GAP bikeve faaliyetê. Nêzîkî 30 sal e projeya GAPê destpê kiriye, lê heta niha nehatiye aliyê m. Yanî gundê me dûr jî nîn e, 15 km ye û divê niha van erdan bihatina avdan.”
Osman Kaya yê cotkar jî ji rekolteya zeviyan nerazî ye û daxwaza piştgrî dayîna cotkaran dike.
Cotkar Osman Kaya got: “Îsal jixwe baran tunebû û bihayê gubreyê ji hedê xwe derbas kiriye, lîtreya sotemeniyê gihiştiye 30 lîre, tene jî bi erd nakeve. 30 dor erdê me ye ku bi 50 hezarî jî nikarî biajoy. Tevahî 4 ton genim jî jê nayê. Yanî rewşa me xirab e. Heger ku Hikumeta me alîkariya me bike, yanî sotemeniyê bi bihayê kêm bide me, gubreyê bi bihayê kêm bide me û piştgiriya bide me dê baş bibe.”
Cotkar li deşta Diyarbekirê zeviyên ku berhem dane, bi taybet yên zad, gemim, ce, nok û nîskan diçinin. Lê bi sedan dor erd jî ji ber îsal baran jî di wextê nehatiye û derfetên avdanê jî tunebûye, serî negirtine û zibilê wan jî pare nake, lomam jî cotkar mesrefên çinînê li wan nakin û naçinin.