Iraq: Hêzên me li nêzî parzûngeha Bêcî dronek xiste xwarê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedînê rûbirûyî droneke nenas bûn ku li ser asmanê parzûngeha petrolê ya Bêcî difiriya.
Li gorî jêderekî ewlehiyê, îro 6ê Hezîranê droneke nenas di asmanê derdora parzûngeha Bêcî de hat dîtin. Piştre hêzên artêşa Iraqê bi çekên giran ên cureyê "Doşka" gule li dronê barandin.
Heman jêderî bal kişand ser wê yekê ku xistina dronê di çarçoveya rênimayên ewlehiyê de ye, ji bo parastina dezgeh û saziyên stratejîk û hestiyar ên deverê.
Derbarê encama vê bûyerê de, heta niha ti agahî derbarê zirarên canî yan madî de nehatine bidestxistin.