Ji ber nakokiyên civakî zêdetir ji 30 seriyên pez hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî li zozanên çiyayê Sekranê li devera Balekayetî, ji ber nakokiyên civakî zêdetir ji 30 miyan bi kêrê hatin kuştin.
Kesekî nêzîkî xwediyê pez ji K24ê re got: “Şeva borî nêzîkî 50 kesî bi ser şivanên me li zozanên çiyayê Sekranê de girtin û zêdetir ji 30 seriyên pez serjêkirin û li şûn xwe hîştin.”
Got jî: “Wan kesan li sê şivanên me yên li ber pez bûn dan û piştî ku wan serê miyan birîn, ew şivan azad kirin.”
Derbarê sedema wê kiryarê de got: “Em şivanên devera Akrê ne û salane di werzê Buharê de tên van zozanan. Me îsal cihê çêriya pez ji kesekî kirî, diyar e wî kesê firotiye me pirsgirêka wî bi kesekî din re li ser vî erdî hebû, ji ber wê jî ew hatin pezê me kuştin ku ti pêwendiya me bi wê yekê re tune ye.”
Diyar kir jî, xwediyê pez navê wî Mihemed Husên e û îro gilî li dijî wan li dadgehê vekir.