Hunermendê Kurd Mihemed Ehmed Erbîlî koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Ehmed Erbîlî îro di temenê 89 saliyê de li Hewlêrê koça dawiyê kir.
Hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî nêzîkî salekê ye ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ye û îro jî koça dawiyê kir.
Hunermendê Kurd Mihemed Ehmed Erbîlî sala 1933an li bajarê Hewlêrê ji dayik bû û ji qonaxa xwendiyê ya seretayî ve dest bi gotina stranan kiriye.
Yek ji stranên navdar ên Mihemed Ehmed Erbîlî, strana (Yalla Şofêr) e ku gotin û mûzîk jî yên wî ne û ji aliyê gelek hunermendan ve hatiye gotin ji wan jî Hesen Zîrek û Îbrahîm Tatises.