Serok Barzanî: Mihemed Ehmed Erbîlî xizmeteke mezin li parastina hunera resen kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Mihemed Ehmed Erbîlî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, heval û hezkiriyên wî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya hunermendê nevdar û xweşewîstê Kurdistanê mamoste Mihemed Ehmed Erbîlî gihîşt min. Mamoste Mihemed Ehmed Erbîlî xizmeteke mezin li parastina deng û awaz û mûzîka resen û xwemalî ya Hewlêrê kir û gencîneyeke giranbuha ya huner û resenatiyê li dû xwe hîşt.”

Serok Barzanî sersaxiya arasteyî malbat, heval û hezkiriyên Mihemed Ehmed Erbîlî û tevahiya hunermendên Hewlêr û Kurdistanê kir û ji Xwedêyê mezin xwast giyanê Erbîlî bi bihuştê şad bike û sebir aramiyê bide her aliyekî.

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Ehmed Erbîlî îro di temenê 89 saliyê de li Hewlêrê koça dawiyê kiribû.