Şewata daristanên Muglayê hate kontrolkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şewata daristanên Muglayê hate kontrolkirin, di şewatê de 4 hezar û 208 hektar daristan şewitîn.
Wezîrê Çandinî û Daristanên Tirkiyeyê Vahît Kîrîşçî da xuyakirin, şewata daristanên Muglayê ku çend roj in didome, hatiye kontrolkirin û ji vir û pê ve xebatên sarkirina deverê dê bidomin.
Şaredariya Muglayê da xuyakirin, 4 hezar û 208 hektar daristan şewitî, 131 xaniyan ziyan dîtin û 435 welatî hatin veguhestin.