Platforma Ciwanên Kurd: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin

Platforma Ciwanên Kurd a li Bakurê Kurdistanê di salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de ragihand: “Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Şêx Seîd
Şêx Seîd

Diyarbekir (K24) – Platforma Ciwanên Kurd a li Bakurê Kurdistanê di salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de ragihand: “Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Platforma Ciwanên Kurd di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku Rêberê Tevgera Neteweyî ya Kurd a 1925an Şêx Seîd û hevalên wî 97 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve bi neqanûnî hatin darizandin û hatin darvekirin. Tirba Şêx  Seîd hê jî nayê zanîn.

Herwiha dest nîşan kir: “Dewleta Tirk piştî ku damezrandina xwe ragihand, siyasetek Tirkperest-nîjadperest şopand. Rejîma Tirk hemî mafên rewa yên neteweya kurd înkar kir. Welatê me Kurdistan dagir kir. Têgînên Kurd û Kurdistanê qedexe kir. Bi siyasetek şovenîst û jenosîd dixwast ku Kurdan tune bike. Dewleta Tirk, miletê Kurd ji dewleta xwe re wek tehdît didît.”

Platformê diyar kir: “Şêx Seîd û hevalên wî li dijî polîtîkayên dagirkerî-jenosîd ên dewleta Tirk, Tevgera Neteweyî ya Kurd dan destpêkirin. Li dijî kiryarên înkar û şovenîst ên dewleta Tirk li ber xwe dan. Armanca wan; Kurdistanek azad bû. Rêxistina Azadî, ku Şêx Seîd jî di nava wî de cih digirt, bi armanca dewleta serbixwe ya Kurdistanê hatibû damezrandin. Rejima Tirk bi hêzek mezin a leşkerî Tevgera Neteweyî ya Kurd ya 1925an tepisand. Jin, zarok, pîr û ciwan jî tê da, qirkirinek mezin pêk anî. Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi neqanûnî li Dadgeha Îstîqlalî hatin darizandin û piştra hatin darve kirin.”

Herwiha destnîşan dike: “Dewleta Tirk cihê gora Şêx Seîd jî ji miletê Kurd veşart. Tevgera Neteweyî ya Kurd a 1925an tevgerek serbixwe û azadîxwaz bû. Ev têkoşîn ji bo ku neteweya kurd mafên xwe bi dest bixe hatibû destpê kirin. Ne ku ji bo şerîatê an ji bona berjewendiyên Îngîlîzan.”

Platforma Ciwanên Kurd diyar dike: “Şêx Seîd û hevalên wî dê her gav di bîra neteweya Kurd de bimînin û neyên ji bîr kirin. Heya ku Kurd hebin, doza wan a meşrû bêxwedî namîne. Em wekî Platforma Ciwanên Kurd, Şêx Seîd û hevalên wî bi rehmet, hesret û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku xwedî li doza wan derdikevin. Şêx Seîd û hevalên wî rûmeta me ne.”

Fly Erbil Advertisment