Li Silêmaniyê 500 dar şewitîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Daristan û Jîngehê ya Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, li gundê Bîstansorê yê ser bi nahiya Erbetê, di bûyereke vêketina agir de 50 dar şewistîn.
Polîsa Daristan û Jîngehê ya Parêzgeha Silêmaniyê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî agahî ji wan re hatin ku li gundê Bîstansorê agir bi daristanê ketiye, tîmên wan berê xwe dan cihê şewatê û hewla vemirandin agir dan.
Daxuyaniyê diyar kir ku di encamê de nêzîkî 500 darê bî û çinarê şewitîne.
Destnîşan kir jî, heta niha sedema vêketina agir ne diyar e û wan dest bi lêkolînan kiriye.
Di heyama hefteyekê de, ev cara duyem e bûyerên şewatê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê rû didin ku roja 27ê Hezîrana borî ji ber sedemeke nediyar, agirek bi nêzîkî gundê Kanî Sard ket û dora 6 donim rez û baxçeyên welatiyan şewitîn.