Li Wanê erd hejiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), îro derdora demjimêr 12.37an li Wanê erdhejek bi tundiya 4.1 pêk hat.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê 19.4 kîlometre dûrî Wanê ye û 8.2 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Di encama erdhejê de ti bûyerên neyînî nehatine ragihandin.