Sekreterê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê Kerîm Ehmed li Hewlêrê koça dawiyê kir.
Serkirdeyê di Partiya Şiyoî ya Kurdistanê de Zîrek Kemal ji K24ê re ragihand, Kerîm Ehmed îro danê sibê di temenê 100 saliya xwe de li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir.
Diyar kir jî, merasîma oxirkirina Kerîm Ehmed îro mizgefta Reşad Muftî birêve diçe û piştre li goristana Kargeha Qîr bi xakê tê spartin.
Kerîm Ehmed sala 1922an li derdora Koyê ji dayik bû, demekê li Koyê mamoste bû û Serokê Berê yê Iraqê Celal Talebanî xwendekarê wî bû.
Kerîm Ehmed ji bo dema du salan, Sekreterê Giştî yê Partiya Şiyoî ya Iraqê bû, piştî cudabûna Partiya Şiyoî ya Kurdistanê, ew bû sekreterê wê partiyê.
Di heyama karê xwe yê siyasî de, çend caran ji aliyê desthilatdarên Iraqê yên berê ve hatibû girtin. Sala 1963an jî wî pêwendî bi Şoreşa Îlonê re kir û zêdetir ji 70 salî di nava karê siyasî de bû.