Serok Barzanî: Mamoste Kerîm Ehmed serkirdeyekî dilsoz bû

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Mamoste Kerîm Ehmed û hevalên wî yên li Partiya Komunîst a Kurdistanê kir.

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Mamoste Kerîm Ehmed û hevalên wî yên li Partiya Komunîst a Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyam xwe de diyar kir: “Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdar ê Kurd û Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Mamoste Kerîm Ehmed bihîst.”

Di peyamê de hat destnîşankirin: “Mamosta Kerîm Ehmed serkirdeyekî diyar û dilsoz û niştimanperwer ê Kurdistan û Iraqê bû û kedkarane temeneke dûr û dirêj ji bo azadîxwazî û xebata dijî sîtemkariyê terxan kir û roleke wî ya berbiçav di tevgera rizgarîxwaz a Kurd de hebû û bîranîna wî têkoşerê mezin herdem bi xêr e.”

Serok Mesûd Barzanî herwiha diyar kir: “Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbata têkoşer Mamosta Kerîm Ehmed û rêhevalên wî, li Partiya Komunîst û hemû niştimanperwerên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Serok Barzanî got: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê xwedê jêrazî Mamosta Kerîm Ehmed bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.”

Îro danê sibê, Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kerîm Ehmed li Hewlêrê di 100 saliya xwe de koça dawiyê kir.