Qeymeqamê Kercewsê bû sedema mirina zarokekî
Navenda Nûçeyan (K24) – Qeymeqamê Kercewsa Batmanê li navçeya Bismilê bi otomobîla xwe li zarokekî da û di encmê de zarok canê xwe ji dest da û li ser bûyerê jî qeymeqamê Kercewsê ji aliyê hêzên asayîşê ve hat binçavkirin.
Hat ragihandin, Qeymeqamê Kercewsa Batmanê Serwer Sînanoglû bi otomobîla xwe ji Batmanê diçû Diyarbekir û dema di navçeya Bismila Diyarbekir re derbas dibû li zarokekî 13 salî da û piştî li zarokî dayî ji ber ku lez diçû kontrola xwe winda kiriye û li otomobîleke din jî daye.
Di encama bûyerê de zarok û ajokarê otomobîlê din birîndar bûn û ji ber ku giraniya birîna zarok, wî canê xwe ji dest daye.
Li ser bûyerê polîs çûn cihê bûyerê û qeymeqam ji kontrola alkole derbas kirine û hatiye zanîn ku qeymeqamî alkol bi kar aniye û ji ber vê yekê jî hatiye binçavkirin û paşê jî li edliyeya Bismilê derketiye dadgehê û hatiye girtin.
Qeymeqam Serwer Sînanoglû dê bi daxwaza 10 sal zindanîkirinê were darizandin û tawana ku dê jê were darizandin jî ew e ku “ bûye sedema mirin û birîndarbûnê, bi alkol otomobîl ajotiye, ewlekariya trafîkê xistiye xetereyê.”