Li Silêmaniyê 6 kes bi tometa “madeyên hişber” hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê 6 kes bi tohmeta bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber hatin girtin.

Polîsê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragehand, hêzên wan li Silêmaniyê 6 kes girtin ku karê wan bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber bû.

Polîs daye da zanîn, di dema girtina wan kesan de, birek ji madeyên hişber, çek û çendîn tiştên din hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, tometbar bi biryara dadwer û li gorî xala 30'emîn a Yasaya Têkoşîna bi Rûbirûbûna Madeyên Hişber hatin desteserkirin.